Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî di demeke nêzîk de diçe Tirkiyê

Nêçîrvan Barzanî di demeke nêzîk de diçe Tirkiyê

Belav bike

Avestakurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwnedina Hikûmeta Tirkiyê di demeke nêzî de serdana Tirkiyê dike.

Jêdereke nêzîkî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Avestakurd re ragihand ku dê di demeke nêzîk de Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel şandeyekê bi awayekî fermî serdana Tirkiyê bike. Jêder da diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye vexwendin. Her weha got ku dê Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe de ligel berpirsên bilind yên Tirkiyê bicive. Hêjayî gotinê ye, berî demekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi awayekî fermî serdana Tirkiyê kiribû û ligel Serokwezîrê Tirkî Erdogan û berpirsên bilind yên Tirkiyê civiya bû. 

Avestakurd