Serrûpel Nûçe Ticareta di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de 8 Mîlyar Dolar e

Ticareta di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de 8 Mîlyar Dolar e

Belav bike

piştî vekirina otêla Divan ya 5 stêrk, ku lukstrîn otêle li Kurdistanê, ligel rojnamevaên mêvan yên Tirk rûnişt.

Di rûniştineke ku nêzîkî nîvseetekê dirêj kir, Barzanî bal kişande ser pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de û ji şîrketên Tirkiyê daxwaz kir ku werin li Kurdistanê kar bikin.

Barzanî got netirsin werin ewlekariya ku li Kurdistanê heye li Tirkiyê tune ye.

Nêçîrvan Barzanî, her wiha diyar kir ku pêwendiyên Kurdistanê bi Tirkiyê re ne tenê pêwendiyên du welatên cîran e, pêwendiyên wan stratejîk û mayînde ne.

Medyaya Tirk jî, ji aliyê xwe ve ew hevdîtina Nêçîrvan Barzanî bi ferehî belav kir û gelekî erênî nirxand.

Nêçîrvan  Barzanî gelekî bi hikûmeta xwe bawer axifî û got ewê di demeke nêzîk de serdana Tirkiyê bike.

Weke tê zanîn ticareta ku di navbera Hewlêr û Enqerê de tê kirin bi qasî 8 mîlyar dolar e.

AVESTAKURD