Serrûpel Nûçe Fûtbolîstê kurd yê yekemîn li Yekîtîya Sovîyêtê Gûramê Zahar Ecoyêv

Fûtbolîstê kurd yê yekemîn li Yekîtîya Sovîyêtê Gûramê Zahar Ecoyêv

Belav bike

Gûram Ecoyêv fûbolîstê kurdî yekemîne li Yekîtîya Sovîyêta berê. Ewî sala 1974-an li
dibistana fûtbolêye «Dînamovanê genc» ya bajarê Tîbîlîsê dest bi listikê kirîye. Sala
1980-î ew çûye bajarê Kûtaîsîyê û di koma «Torpêdo»-ê de lîstika xwe dom kirye. Piştî
salekê wî vexwendî Moskvayê dikin. Ew di nava refên lîstikvanên dû komên fûtbolêye
here pêşe yên bi navê «Dînamo» û «Spartak» de cîh digre û çend salan dilîze. Sala 1986-an ew diçe bajarê Xarkovê û di klûba «Mêtalîst» de dilîze. Sala 1990-î gazî Gûram dikin, ku di koma «Beytar»-ê (Felestîn) de pêşva bê. Ew weke salekê di vê klûbê de dilîze û ji ber ku li vira şer destpê dibe, ew dîsa vedigere «Mêtalîst»-ê. Piştî du salan Gûram diçe Macaristanê û di koma «Mîoşdyor» de dibe lîstikvanê pêş.

Gûram Ecoyêv navzadê fîncana Yekîtîya Sovîyêtê ye, çêmpyonê Spartakadîya netewan û gencên Yekîtîya Sovîyêtê ye, li pêşvanîya Yekîtîya Sovîyêtê xelata zîf stendîye. Ew hostê sportê ye. Gelek salan wek werzendvanê fûtbolê kar kirye. Naha li dibistana fûtbolê ya Wezîreta Rûsyayê ya kar û barên êkstrêmal wek mamoste-werzendvan dixebite.

Sala 1984-an Gûram Ecoyêv bû mêvanê rojnama «Rya teze». Ew wê demê di koma paytexte «Spartak»-ê de dilîst. Ew û hevalên xwe hatibûne Yêrêvanê, kû bi koma «Ararat»-ê re bikevine lecê. Rojekê berî lîstikê Gûram û dergevanê «Spartak»-ê Stanîslav Çêrçêsov hatne bal me. Xwendekar Mecît Şêyxo jî ji Lênîngradê hatibû rêdaksyona rojnama «Rya teze» jo bo praktîka xwe derbaz bike.

Di vî wêneyî de (ji milê çepê): rojnamevan Mecît Şêyxo (naha doktore), fûtbolîstê navdar Gûramê Zahar Ecoyêv û Prîskê Mihoyî. Rêdaksyona rojnama «Rya teze», sala 1984-an.

Amadekirin: Prîskê Mihoyî

Hema wî çaxî jî me ev wêneya bi hev re girt.