Derkete holê ku Nûrî El Malikî yê ku xwe ‘xwediyê Kurdan û gelê Îraqê dibîne’ dizekî mezine û bi sed milyonan dolar diziya gelê Îraqê dike. Berî niha hate zanîn ku Malikî bi dizî ve petrola Îraqê dide Îranê. Her weha bi deh hezaran Şîîayê Îranê anîne Îraqê û hemû kirin welatiyên Îraqê. Ji aliyekî din ve Nûrî El Malikî yê sond di Meclîsa Îraqê de xwar ku ‘ew xizmeta gelên îraqê bike’, li gor hin çavkaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdeyî deh belge hene ku Malikî diziyên mezin dike. Yek ji van belgeyan ew e ku 150 milyon bermîl neft bi dizî ve firotiye şirketeke Elmanî ya bi navê PHONIX OEL AG’ê.
Avestakurd