Serrûpel Nûçe Barzanî: “Diyalog riya çareseriyê ye!“

Barzanî: “Diyalog riya çareseriyê ye!“

Belav bike

Di destpêka hevdîtinê de Gul, kêfxweşiya xwe ji bo hilbijartina Barzanî weke serokwezîr anî ziman û pîrozbahî lê kir.

Abdullah Gul her wiha, bi boneya koçkirina pismamê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Şêx Abdullah Barzanî, serxweşiya xwe anî ziman.

Serokwezîrê Kurdistanê û serokomarê Tirkiyê, her duyan ji aliyê xwe ve bal kişandin ser xurtkirina pêwendiyên di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û weberanînê de di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de.

Her du aliyan diyar kirin ku divê pêwendiyên aborî û bazirganî derbasî qonaxeke berfereh bibin.

Bi vê mebestê serokwezîrê Kurdistanê got ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya kompanyayên Tirkiyê dike.

Li aliyê din di hevdîtinê de li ser pirsa asayîşa sînorê di navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê de hate rawestandin.

Her du aliyan cext li ser wê yekê kirin ku asayîşa li ser sînor were parastin û ji bo wê jî her du alî li ser kar bikin.

Di derbarê pirsa Kurd û kêşeya PKK de, her wiha di derbarê operasyonên ku li ser sînor têne kirin, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî careke din dubare kir û got, pirs bi şer û tundutûjî çareser nabe û tenê diyalog û riya siyasî û aştiyane pirsê çareser dike.

Di berdewamiya hevdîtinê de, li ser rewşa Iraqê jî hate rawestandin.

Her du alî gihiştin wê baweriyê ku divê li Iraqê demokrasî berferehtir bibe.

Di dawiya hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul kir û diyar kir ku wî her demê girîngî daye başkirin û xurtkirina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û di vê derbarê de roleke berbiçav lîstiye.

Ji aliyê xwe ve Abdullah Gul got gelê Kurd û gelê Tirk di warê kulturî, cografî û mêjûyî de hevbeş in û asayî ku pêwendiya wan hebe.

Serokwezîrê Kurdistanê her wiha li Enqerê hevdîtinek ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî pêk anî.

Di wê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî li ser pêwendiyên aborî û bazirganî û siyasî hate rawestandin.

Di hevdîtinê de, ligel wezîr û şanda Kurd wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî beşdar bû.

Di dawiya hevdîtinê de ku serkeftî derbas bû, serokwezîrê Tirkiyê kêfxweşiya xwe ji bo serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman û hêvî kir ku pêwendî ne tenê siyasî, dîplomasî û aborî bin, her wiha ew di gelek warên din yên cuda de xurt bibin.

Weke tê zanîn roja 16 Gulanê, roja çarşemê Nêçîrvan Barzanî de seroktiya şandeke ku ji serokê dîwana seroktiya Kurdistanê Dr. Fuad Hisên, wezîrê çavkaniyên siruştî Dr. Aştî Hawramî, wezîrê Pîşesazî û Bazirganî Sînan Çelebî, berpirsiyarê pêwendiyên derve di hiûmeta Kurdistanê de Felah Mistefa, serokê dezgeha asayîşa herêmê Dr. Xusro Gul Mihemed û gelek berpirsiyar û rawêjkaran pêk dihat bi serdaneke fermî çûbû Enqerê.