Serrûpel Nûçe Rawêjkarê Berhem Salih ji YNK hate avêtin

Rawêjkarê Berhem Salih ji YNK hate avêtin

Belav bike

Her wiha ew berpirsiyarê dezgeha Xendan e. Xwediyê dezgeha Xendan Dr. Berhem Salih e.
Arif Qurbanî, nivîskarekî naskirî ye li başûrê Kuridstanê. Ew bi rexneyên xwe û bi taybetî yên di derbarê helwesta Kurdan li Bexdayê û bi taybetî di derbarê helwesta Celal Talabanî li hember hikûmeta Iraqê kesekî berbiçav e.
Ew her demê rexneyên xwe eşkere tîne ziman.
Wî gelek caran Celal Talabanî rexne kiriye û ji ber wan rexneyan rastî gelek astengiyan hatiye, lê belê ew her demê jî ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê yê berê Berhem Salih ve hatiye parastin.
Arif Qurbanî, helwesta Kurdan li hember hatina Serokwezîrê Iraqê Malikî ji bo Kerkûkê rexne kir.
Rexneyên Qurbanî berpirsiyarên YNK gelekî diêşîne.
Arif Qurbanî ji YNK hate avêtin û bû qurbanê qelema xwe.
Li aliyê din dezgeha Xendan daxuyaniyek da û ragihand ku Qurbanî wê karê xwe yê medyayî berdewam bike.
AVESTAKURD