pêkanî bû da û axivitina Nûrî El Malikî dûrî rastiyê binavkir. Serokê Herêmê bang li Malikî kir ku çi belgeyên wî der barê Herêma Kurdistanê de hene bila fermo bike wan aşkere bike. Barzanî got ku îdîakirinên ku Nûrî El Malikî dike û Herêmê tawanbar dike ji rastiyê dûrin. Ev jî daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ye ku nisxeke wê gihişte Avestakurd:
“Birêz Malîkî li hevpeyvîna xwe ya li gel kanala NRT behsa çend
babetekî kiriye ku pêwîstiya wan bi bersîvdanê ve heye.
Niha aliyên pêwendîdar mijulin bersîvê amade dikin û dihête belav kirin.
Lê belê li vir da dixwazim bersîva du babetên serekî bidim ku yek ji wan bende bi wan tometên ku dixine ser Herêma Kurdistanê ya bi şandina neftê bi awayeke qaçax û duyem jî bende qaşo nedayîna Wezaretek bi Tevgera Goran.
Di derbarê babeta yekem
Gelek car birêz Malîkî û dewruberê wî û xelkekî din jî, Herêmê bi wê yekê tometbar dikin ku qaşo neft bi qaçaxî dişîne derve.
Li rêkefta 04/04/2012 piştî wê yekê ku yekem car vê tometê pêşkêşî Herêmê kirin, me daxwaz kir ku ji Encumena Nûnerên Iraq û Parlemena Kurdistanê bi beşdariya Nûnerê Wezareta Neft û Darayiya Iraq û Wezareta Samanên Siruştiyan û Darayiya Herêmê ji bo lêkolîna li tometa bi qaçax birina neft li başûrê Iraqê yan Herêma Kurdistanê lîjneyekî hevbeş bête pêkanîn. Lê belê mixabin heta niha daxwaz bê encam bû û tu bersîvek nehatiye dayîn û lîjne dirûst nebû.
Dûpat dikîn ku her kes û aliyek belgenameya xwe ya li ser bi qaçax birina neft li Herêma Kurdistanê bo derve hebê, bila kerem bike bîxe rû, û hemû aliyek dilniya dikîn ku her kesê ku destê wî li vir da hebê diçê ber edalet û çavpoşî li kesek nayê kirin.
Di derbarê babeta duyem
Birêz Malîkî gotibû ku qaşo ez dijî pêdana postê Wezaretek bûm bi Tevgera Goran û ji Hikûmetê eger bê û postekî wiha bi wan bidin min êrîşa paşvekişandinê kiriye.
Eve dûre ji rastî û Tevgera Goran bi xwe berî hemû kesê dizanê ku eve ne raste
Min daxwaz ji Tevgera Goran û aliyên dinê Kurdistanê kir ku îtîlafa fraksiyona Kurdistaniyan bê dirust kirin. Li vî warî de jî berî hilbijartina Encumena Nûneran û piştî hilbijartinê hemû aliyê Kurdistaniyan kombuyîn. Paşê li dema pêkanîna Hikûmeta Iraqa Federal, daxwaz li Tevgera Goran jî hate kirin ku li çarçêweya îtîlafa fraksiyona Kurdistaniyan ku Yekgirtiya Îslamî û Komela Îslamî jî têda beşdar bûbûn Wezaret werbigrin. Lê belê Tevgera Goran nehatin û biryarê dan li vê çarçêweyê de beşdar nekin. Li vî warî de hemû hîzbên Kurdistaniyan şahidin.
Dema birêz Malîkî daxwaz kir Wezaret bi wan bê dayîn, me ji wan re ragihand ku li beşa xwe de azadin çend Wezaret bidin wan û ji bo me başe, lê belê li beşa îtîlafa fraksiyona Kurdistaniyan divê li rêya Herêmê ve be.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/05/2012″
Avestakurd