Vê sibê li bakurê Îtalya erdhejeke bi mezinahiya 5.9 qewimî. Di erdhejê de heta niha herî kêm 5 kesa jiyana xwe wenda kirine û zêdetirî 50 kes jî brîndar bûne. Dîsa gellek avahî jî hilweşiyane. Erdhej, bi kûrahiya 10 kîlometre di binî erdê de qewimîye.
Tê ragihandin, di derên nêzika navenda erdhejê de, hinek pir û avahiyên dîrokî xesar dîtine. Erdhej, li MOdena, Bologna, Ferrara, Rovigo, Verona û Mantoa bi awakî dijwar hatiye hîskirin.