Ji dema Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya plana Kofi Annan de derbasî xaka Sûriyê bûyîn, ev bû cara 3’emîn rasta êrîşan tên. Vê carê li ser rêya Serokê Şandeya Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî Robert Mood teqemenî teqandin. Li taxa Dûma ya Şamê li dema Robert Mood di rêkê de ye li dûrî wî li dora 150 metre teqînek pêkhat. Mood ji rojnamegerên ku pêre ne got ku teqîn ew 150 metre ji teqînê dûr bû. Hat zanîn, ku li dema teqînê de tu kuştî û birîndarî çênebûne. Gelo, ev êrîşên li dijî Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî pêk tên gefin da ku karên wan bê asteng kirin û ger ew di karê xwe de berdewam bin dên bêne kuştin?
Avestakurd