Serrûpel Nûçe Hunermendê navdar Robin Gibb jiyana xwe ji dest da

Hunermendê navdar Robin Gibb jiyana xwe ji dest da

Belav bike

  

Ev demek bû ku Robin Gibb li hemberî nexweşiya penceşêrê li berxwedide, êdî nema karî û radestî nexweşiyê bû. Berdevkê hunermend Doug Wright der barê mirina wî de daxuyaniyek da çapemeniyê. Wright got ku Robin Gibb ji ber nexweşiya penceşêrê duhî ku temenê wî 62 sal bû jiyana xwe ji dest da. Hêjayî gotinê ye, li sala 1958’ê Barry, Robin û Maurice Gibb li bajarê Redcliffe ya Awustralia koma Bee Gees avakiribûn û 7 cara xelata Grammy bidest ve anîbûn. Li ser asta cîhanê 225 milyon albom firotibûn û bûbûn yek ji komên herî serkeftî yên cîhanê.

 

Avestakurd