Serrûpel Nûçe Jinên 4 perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê dicivin

Jinên 4 perçeyên Kurdistanê li Hewlêrê dicivin

Belav bike

 Hat zanîn, ev Konferansa ku dê li 22’yê meha Gulanê destpêbike dê 3’ê roja bidome. Li gor Aknewsê, Endema Komîteya Amadekar ya Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd Nasik Tofîq daye diyarkirin ku 186 jinên Kurd ji 4 perçeyên Kurdistanê di vê Konferansê de amade dibin. Ji wan; 78 jin ji Herêma Kurdistanê, 55 jin ji bakurê Kurdistanê, 17 jin ji Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê), 24 jin ji Rojhilatê Kurdistanê (Îran) û 12 jin jî ji Ewrûpa di vê Konferansê de amade dibin. Nasik Tofîq der barê rojeva Konferansê de jî got ku rojev ji 3’ê mijaran pêk tê; 1. Nêrîna Jinên Kurd li hember pirsa neteweyî 2. Pirsgirêkên Civakî yên jinên Kurd 3. Çareseriya wan pirsgirêkan û pêkanîna navendeke hevbeş bo jinên Kurd. Her weha got dê komîteyek jî ji bo cîbicîkirin û li dûvçûna biryarên Konferansê bê avakirin. Tofîq da diyarkirin jî ku ji bo Konferansê 180 milyon dînar ji aliyê Hikûmet û Serokatiya Parlementoya Kurdistanê ve hatiye terxankirin.

 

Avestakurd