Dadgeha Bilind, biryareke nû da ku êdî bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re “birêz” gotin, ji bo milîtanên PKKê gotina “gerîla”, di bergeha azadiya îfadeyê de nirxand û ew qedexeya rakir.
9. Daîreya Cezayê a Dadgeha Bilind, di doza Hatîp Dîcle û Selîm Sadak de, ji ber ku ew siyasetmedaran ji bo Ocalan gotibûn, ”birêz Abdullah Ocalan” ji aliyê Dozgeriya Komarê a Enqerê ve doz hatibû vekirin û 11. Dadgeha Cezayê a Gran jî 6 meh ceza dabûn. Doz hate temyîzkirin û di encama biryara Dadgeha Bilind de, peyvên “birêz” û “gerîla” bikaranîn, di bergeha azadiya îfadeyê de hat nirxandin û qedexe rabû.
Heta niha li Tirkiyê, ji bo Ocalan peyva “birêz” bikaranîn sedema doz vekirinê û ceza girtinê bû. Bi sedan siyasetmedar, bi vê hincetê hat îdiakirin ku wana “pesna suc û sucdar daye” ceza girtibûn.
Dîsa, ji bo 29 parêzerên Ocalan jî, zêdetirî 300 doz, sirf bona ku muwekilê xwe re gotine “birêz” hatibû vekirin.