Demîrtaş li Meclîsa Tirkiyê bersiva pirsên rojnamegeran da. Li ser pirseke ku Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gotiye ‘BDP’ê dirist be em ê ligel rûnin, gotûbêj bikin. Di navbera me de tayek zirav heye’, Demîrtaş der berê vê pirsê de got ku “Me deriyê xwe yê diyalogê negirtiye, lê em Serokwezîr dirist nabînin. Ger tayek heye jî, ew tayê me beredaye. Ne ku AKP’ê berdaye, deriyek vekirî hiştiye. Me tucaran deriyê xwe ji demokrasî û siyaseteke dirist re ne girtiye, em ligel çareseriyeke aştiyane ne û tucaran deriyê me ji diyalogê re nehatiye girtin. Lê em li vir dirstbûna Serokwezîr nabînin.”
Avestakurd