Serrûpel Nûçe Esed şerê xwe derbasî Libnanê kir

Esed şerê xwe derbasî Libnanê kir

Belav bike



Li gor ku “Ajansa Nûçeyan ya Libnanî” ya fermî, ragihand; Duhî derengî şevê li paytxeta Libnanê “Beyrûtê” û li navçeya “Terîq Jdîdê”  ya ser bi “Teyar Musteqbel” ve, şerekî çekdarî, li navbera hin alîgirên wê û hin yên “Teyarê Erebî” ku “Şakir Bercawî”  yê bi nêzîkbûna xwe ji rêjîma Sûriyê tê nasîn, serokatiya wê dike, derket holê. û di encam de, 2 kes hatin kuştin û 18 jî, birîndar bûn.

Li gor hin xelkên navçeyê, şer ji demjimêr 9`ê şevê heta 5`ê şiveqê berdewam kir. û piştî ku hin alîgirên “Teyar Musteqbel” yê ku “Sed Herîrî” serokatiya wê dike, daketin kolanan, bi dûlabên şewitandî rê û rêgeh girtin, û nerazîbûnên xwe di derbarê kuştina şêx “Ebdulwahid” de, yê sunnî, yê ku duh bi roj li bakurê Libnanê hatibû kuştin.

Ev jî bû cihê ne razîbûna alîgirên “Şakir Bercawî” ku navenda partiyan wan, li heman navçeyê tê cîbicî kirin, ji lew re hin zilamên wî dest bi berdana agir kirin, li ser alîgirên Musteqbel. Vêca ji ber hindê şer aloz bû, û Mustebeliyan jî, ev êrîş vegerand.

Ji lew re, ev pevçûna çekdarî li navbera wan derket, ku tê ragihandin, ku “Reşaşe û Ar Bî Cê” tê de hatibûn bi kar anîn. û di gel ziyaniyên mirovayetî, avahiya navenda “Teyarê Erebî” otombîl û firoşgehên nêzî wê hemî hatibûn şewitandin û ziyanî dîtibûn.

Hêjayî gotinê ye; Berî çend rojan li bajarê “Terablosê” li bakurê Libnanê, şerekî çekdarî li navbera hin alîgirên Esed ji Elewiyên libnanî û hin dijberên wî ji Selefî û Suniyên normal, derket û di encam de, çend kes û hin leşker hatin kuştin, û birîndar kirin.

Li bakurê Libnanê jî, duh şêxekî sunî û hevalekî xwe, li destê leşkerekî artêşa Libnanî bi mehna ku otombîla wî li ser berbesta artêşê ranewestiya, hatibû kuştin.

Libnan- Sala Malla