Serrûpel Nûçe “Kurdî bila nebe dersa bijarte“

“Kurdî bila nebe dersa bijarte“

Belav bike

Li Amedê, komxebata bi navê “Di Perwerdehiyê de Grîngiya Zimanê Dayikê”, 19 û 20ê Gulanê pêk hat. Rewşenbîr, siyasetvan û kesayet li Akademiya Çand û Ziman a Ehmedê Xanî hatine ba hev. Komxebata ku di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê de hat organîzekirin, 2 roja dewam kir û di rûniştandina îro de bi axaftinên axaftvanan bi dawî bû. 
Serokê Enstîtûya Kurdî a Stenbolê û zimanzan Zana Farqînî jî, di komxebatê de cihê xwe girt û axaftinek kir. Farqînî, di axaftina xwe de, li ser bi zimanê zikmakî perwerdehiyê sekinî û got ku, dema zarokek bi zimanekî biyanî dest bi perwerdehiyê dike, mîna ku çawa hafiza compîtûrekê tê resetkirin, mêjiyê zarokan jî wisa tê resetkirin. Lazime zarokên Kurd bi zimanê dayikê dest bi perwerdehî û hînkariyê bikin. Pêwiste herkes bi zimanê zikmakî perwerde bibe û astengên pêş çand û ziman werine rakirin û gori zagonên navneteweyî zagona bingehîn were guherandin.
Di mijara dersa bijarte de jî Farqînî diyar kir ku, Kurd bila qet vê qebûl nekin û bertekan bidine formûlên bi vî rengî. 
Disa, di berdewamiya axaftina  xwe de, Farqînî, bal kişande ser asîmile kirinê û di asîmilekirinê de rola teknolojî û kêmasiyên civakê rexne kirin. Zana Farqînî, “dema em bi rêya têlefonê peyama bi hev re dişînin, em zimanê tirkî bikartînin. Jixwe pergal, li ser polîtîkaya asîmîlasyonê tevdigere. Di demên dawîn de, di radyo û televîzyonan de, bernameyên zarokan, ji bo asîmilasyon hêsan kirinê tên amadekirin.” 
Saziyên wek Kurdî-Der û Egitim-Senê jî beşdarî komxebatê bûn.