Serrûpel Nûçe Îro Kurdistan û Tunis di nîvfînalê de dilizin

Îro Kurdistan û Tunis di nîvfînalê de dilizin

Belav bike

 Îro (22/5/2012) li demjmêr 6’ê êvarê li gor demjmêra Hewlêrê tîma milî ya Kurdistanê û tîma milî ya Tunisê li bajarê Ramala li hola futbolê ya Fêsil El Hisên di nîvfanlê de dilîzin. Tîma milî ya Kurdistanê di lîsitika xwe yekemîn de tîma milî ya Moratniya 3-1 têk biribû û di lîstika xwe ya duyemîn de beramber tîma Endnosiya 1-1 wekhev derketibû û tîma Kurdistanê di koma xwe de bûbû yekemîn. Tîma Tunsi jî di koma xwe de bi 6 xalan bûbû serokê koma xwe. Di lisitika îro de kîjan ji van tîman bi serbikeve diçe fînalê. Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Şampoyniya Filistînê navê ‘neviyên Selahedîn’ li tîma Kurdistanê kiribû. Îro tîma Kurdistanê derdikeve pêşberî tîmeke gelekî bihêz û xwedî ezmûnên navnetewî ku tîma Tunis tîmeke xurt tê naskirin û gelek cara di nava şampiyoniyên navnetewî de lisitiye. Tîma Kurdistanê derdikeve lisitikeke gelekî zehmet. Serkeftin bo tîma milî ya Kurdistanê. Ev lisitik li ser kanalên Kurdistan TV û kanala Filistîn ya asîmanî bi zîndi tê weşandin.

 

Avestakurd