Serrûpel Nûçe Burkay: BDP nûnertiya hemû Kurdan nake

Burkay: BDP nûnertiya hemû Kurdan nake

Belav bike

Burkay di daxuyaniya xwe de weha berdewamkir “Kurd dengê xwe didin hemû partiyan. Ango bê dengiyeke piranî jî heye. Ev bê dengiya piranî xwe îfade nake. Ne ligel tundiyê ye li di heman demê de çarserkirina pirsa Kurdî jî dixwaze. Erk dikeve ser milê BDP’ê jî. Divê BDP’ê ji bo çareserkirina pirsan gogê neavêje aliyê Qendîl û Îmralî. Divê bi xwe bibe muxataba pirsê. Di vê mijarê de ne di wê baweriyê de me ku BDP’ê siyaseteke serkeftî dişopîne. Mixabin car car gogê diavêje derveyî xwe. Tiştin hene der barê tundiyê de jî bên kirin hene. Di vê mijarê de divê pirtir bibandor be. Ango, ji bo bê dengkirina çekan. Divê BDP’ê pirtir çalak û bi biryar be di avakirina destûra demokratîk, bê dengkirina çekan û vekirina rêya siyasetê de.” Her weha Burkay da diyarkirin ku “BDP’ê nûnertiya hemû Kurdan nake, lê ew tenê nûnertiya beşek ji Kurdan dike.”

Avesta Kurd