Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke xwe de ku ji bo rojnameya Hawlatî çêkir, behsa pirsa destjikarkişandina Talabanî kir.
Nêçîrvan Barzanî got, ew destjikarkişandin li cem serokê herêmê Mesûd Barzanî amade ye û dema ku pêwîst bû ewê weke kartekê were bikar anîn.
Serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîna xwe de ku wê di hejmara bê de were weşandin diyar kir ku ev gava Talabanî helwesteke ji aliyê YNK ve di derbarê kêşeyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de.
Barzanî got, Talabanî bi her awahî piştgiriya helwesta Hewlêrê li hember Bexdayê dike.
Serokwezîrê Kurdistanê got, hemû hêzên Kurdistanî opozîsyon jî di nava de li hember hikûmeta Bexdayê hemhelwest in.
AVESTAKURD