Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ji sala 1999 an vir ve, li girava Îmraliyê tenê tê girtin. Heta 27ê mijdara 2011 an, her hefte nebûya jî, serî çend hefteyan carê, parêzerên wî diçûne Îmraliyê û hevdîtin pêk dihanîn. Piştî hevdîtina hefteyî, parêzerên Ocalan naveroka hevdîtinê, bi rêya çapemeniyê bi raya giştî re parve dikirin.
Piştî hevdîtinên navbera dewleta Tirkiyê û rayedarên PKKê hatin birîn, tecrîda li ser Ocalan jî hat şidandin û 300 roje ku Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne. Her hefte, parêzer ji bo hevdîtinê karibin bikin, serî li meqamên fermî didin lê her tim bersiva “keştiye xirabeye” digrin. Ev 300 roje ku kes ne haydarê rewşa Ocalan e. Çend meha berê, brayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû girava Îmraliyê, lê wê carê jî, ji aliyê gerînendeya girtîgehê, jê re noteke nivîskî hat ku Ocalan gotiye, em di pêvajoyeke dilzîz de ne, ez naxwazim derkevime hevdîtinê.
Li gelek der û deveran ji aliyê gelek sazî û kesan ve çalakiyên bi armanca tecrîd bidawîkirinê tên lidarxistin. Meha çûnê li Strasbourgê 15 kesa dest bi greva birçîbûnê kiribûn û zêdetirî 50 rojî çalakiya wan dewam kiribû. Dîsa li Tirkiyê bi navê “însîyatîfa jinan a ji bo azadiya Ocalan” hatibû avakirin ku di nav de parlementer jî hene.