Serrûpel Nûçe Lenîn ji ber çi mir?

Lenîn ji ber çi mir?

Belav bike

Rêberê Şoreşa Sowyetê, şoreşgerê navdar Vladimir Lenîn, bi teoriyeke popûler dihat îdiakirin ku ew, ji ber nexweşiyeke cinsî a têger miriye, lê zanyarên Zankoya Californiayê norolog Herry Vinters û dirokzanê Rus Lev Lurie, ew teoriya pûç kirin û eşkere kirin ku Lenîn, di sala 1924 an de, di 53 saliya xwe de, berî mirinê çend caran kûtîbûn (felç) derbas kiriye û sedema vê jî hîn nehatiye zelal kirin.

Norolog Vinters, sedema mirina Vladimir Lenîn, gumana nexweşiya bi rêya cînsî têdigere a bi navê frengî dûr dibîne û dibêje, dibe ku ji ber stresê, nexweşiyeke genetîk an jî bi jehrê ketinê miribe. Dîrokzan Lev Lurie jî li ser gumana, dibe ku Stalîn, Lenîn bi jehrê xistiye disekine.

Mêjiyê Lenîn, hîn li Moskowayê tê veşartin.