Serrûpel Nûçe Taraf: Komkujiya Roboskiyê plankirî bû

Taraf: Komkujiya Roboskiyê plankirî bû

Belav bike

 bi plankirî pêk hatiye. Rojname dide diyarkirin belgeyên vê komkujiyê di destê wan de hene ku komkujî plankirî pêk hatiye. Her weha Taraf dibêje ku berî êrîş pêk bê ‘ Fermandariya Cendirmeyan ya Şirnexê ji bo amadekariyê destûra operasyona bi navê ‘Yildiz’ ji Walîtiya Şirnexê destûra binivîskî xwestiye.’ Rojnameya Taraf di berdewamiya nûçeya xwe de dide diyarkirin ku ‘ji belgeyan diyar dibe ku berî operasyon pêk bê amadekarî jê re hatine kirin.’ Her weha derdikeve holê ku Cîgirê Waliyê Şirnexê Turgay Îlhan destûra operasyonê daye. Ji aliyekî din ve rojname aşkere dike li gor belgeyê, di nava operasyonê de ev yekîne û kom hene “2.Tîma Komando ya Cendirmeyan (Bi piştgiriya hewan û obusan): 1.Tîma Komando ya Cendirmeyan Tîma 2 GGK (îhtiyat/Hêzên berdest): 4×155 mm. Obus/Roboskî; 3×81 mm. Hewan/Geymîşule. Her wiha di belgeya daxwaza destûra operasyonê de xerîteyên ku bi awayek berfireh koordînatand didin jî heye” Hêjayî gotinê ye, di Komkujiya Roboskiyê de piraniya xwe zarok 34 Kurdên sivîl hatibûn kuştin.

 

Avestakurd