Serrûpel Nûçe Di konferansa jinan de alozî derket

Di konferansa jinan de alozî derket

Belav bike

  Hat zanîn, di Konferansa Jinên Kurd de alozî derket û hin delegeyan ji hola Konferansê derketin. Egera xwe jî ew bû ku çima di encamnameyê de behsa tecrîda ser rêberê PKK’ê Ocalan nehatiye kirin. Hat zanîn, di encamnameya Konferansa Jinên Kurd de ku bi zaravayên Kirmancî û Soranî hatî xwendin, ji aliyê delegeyên jin yên KJB’ê û hin rêxistin û delegeyên girêdayî PKK’ê ve nerazîbûn derket û ji hola Konferansê derketin. Van delegeyan dane diyarkirin ku divê di encamnameyê de behsa tecrîda ser rêberê PKK’ê jî bê kirin. Hat zanîn ku hevdîtin der barê vê pirsgirêkê de didom in.

 

Avestakurd