weke bibêje ‘Komkujiya Roboskiyê me kir’ axivî. Erdogan berî berê xwe bide welatê Qezexîstanê li balefirgeha Ataturk bersiva rojnamegeran der barê axivitina Îdrîs Şahîn de da. Erodgan der barê axivitina Şahîn de got “Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan e. Ger daxuyaniyek bide bi hevalên xwe re gotûbêj dike û piştre dike. Me der barê Qilabanê de jî daxuyanî dabû ew daxuyanî çi bû; me ji destpêkê ve got dibe xeta hebe lê me got ew herêm herêma terorê ye. Lê tu kes nikare qaçaxçîtiyê weke titşeke rewa nîşan bide. Me ji zagona tazmînatê gelek zêdetir tazmîna li ser hesabê wan razandiye. Serdana malbatan hat kirin. Me wezîfeya xwe ya mirovahî pêk anî. Lê ger rêxistina terorê û dûvikên wan li genda tiştek din bila li qusûrê nenêrin.. Em tenê pêvajoyê dişopînin. Tiştek din ku em bikin tune ye. Tevî çapemenî jî bila ev mesele êdî îstîsmar nekin. Piştî vê jî tu daxuyaniyek nayê.” Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Karê Navxweyî Îdrîs Şahîn daxuyaniyek wisa dibû ku aşkere dike ku wan fermana komkujiya Robskiyê daye û dabû diyarkirin ku ‘tiştekî lêborînê jê bixwazin tune ye’ û xwedî li komkujiyê derketibû ku wan ev bûyer kiriye.
Avestakurd