Serrûpel Nûçe Hikûmeta Îraqê dê 18 balefirên din yên F16 bikire

Hikûmeta Îraqê dê 18 balefirên din yên F16 bikire

Belav bike

 Lê, berî çend rojan di civîna Komîteya Stratecî ya hevpar li Washingtonê a di navbera Îraq û Emerîka de hatî li darxistin, Hikûmeta Îraqê daxwaz kiriye 18 balefirên din yên F16 bikire. Hat zanîn, di civînê de Wezîrê Bergirî yê Îraqê bi wekalet Saedûn Dilêmî tekez kiriye ku Hikûmeta Îraqê dixwaze 18 balefirên din yên F16 bikire. Hêjayî gotinê ye, berî niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Emerîka kiribû ku heta Malikî li ser desthilatdarê ye balefiran nefiroşe Îraqê, ji ber ku ev metirsiyeke ser gelê Kurd.

 

Avestakurd