Serrûpel Nûçe Rapora Kurdên AKP: Bila Î. N. Şahîn biçe

Rapora Kurdên AKP: Bila Î. N. Şahîn biçe

Belav bike

Parlementerên AKPê yên resen Kurd, di derbarê bûyerên dawiyê de û bi taybet jî li ser komkujiya Roboskiyê û helwesta wezîrê karênavxweyî Îdris Naim Şahin raporek amade kirin.
Di raporê de xala sereke komkujiya Roboskiyê ye. Komkujiya Roboskiyê di raporê de wisa cih digre, “Roboskî ji bo desthilatdar sinava samîmîyetê ye.”
Di raporê de, di rêza duyem de helwesta wezîrê karênvxweyî heye û bi zimanekî zelal tê îfadekirin ku bila wezîr ji wezîfê bê girtin an jî bê ezilkirin. 
Di raporê de li ser modeleke ku karibe rêveberiya herêmê xûrt bike jî disekinin. 
Rapor, ji aliyê parlementerên AKPê yên Kurdin ve hatiye amadekirin. Parlementer 15 roja li herêmê gerîyane, hevdîtin bi pirr sazî û kesan re kirine û gorî daxwazên xelkê herêmê rapor hazir kirine.