Dayikên ku zarokên xwe bi “kiryarên nediyar” wenda kirine û di derbarê zarokên xwe de ti agahî bidest nexistine, yên bi navê “Dayikên Şemiyê” tên binaskirin, vê heftê li ber girtîgeha ku Mehmet Agar tê de cezayê xwe dikişîne çalakî pêk anîn. Mehmet Agarê ku gotibû “me hezar operasyon lidarxist” û wek xwediyê hezar operasyonan tê zanîn, meha borî 2 sal ceza xweribû.
Dayikên Şemiyê, 17 salin ku ji zarokên xwe digerin. Her hefte li derekê çalakiyan lidardixin. Vê heftê jî li bajarê Aydine li pêş girtîgeha Yenîpazariyê çalakî pêk anin. Dayikan bi axaftin û pankartan Mehmet Agar protesto kirin û xwestin ku hesabê zarokên xwe ji Agar bê pirsîn.
Parlementera BDPê Pervîn Buldan jî beşdarî çalakiya dayikan bû û axifî.