Serokê Şirketa Big Daddy ku organîza vê konsêrtê dikir Michael Rusli daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku ew neçar man konsêrta ku dê li 3’yê Pûşperê bihatane pêşkêş kirin betal bikin. Ji aliyekî din ve parêzerê şirketê Minola Sebayang ragihand ku ‘gef xwarin li hember vê konsêrtê hene, mijar ewlekariya stranbêj û kesên beşdarî konsêrtê bibin.’ Hêjayî gotinê ye, hin komên olî yên Endonezya daxuyanî dabûn ku stranbêj Lady Gaga bi cil û tevgera xwe ya seksî mejî û ehlaqê ciwanan xerab dike.
Avestakurd