Serrûpel Nûçe Rusya: Em piştgiriyê nadine rêvebiriya Esad

Rusya: Em piştgiriyê nadine rêvebiriya Esad

Belav bike

Li bajarê Humusê ve girêdayî bajarokê Hulayê, piştî komkujiya jin û zarokan, ku 108 kes hovane hatibûn qetil kirin, di qada navneteweyî de fişara li ser Rusyayê a ku destekê dide rejîma Esad zêde dibe. Wezîrê Karêderve yê Bîitanyayê William Hague, ji bo ku piştgiriya Rusyayê a dide rêvebiriya Esad diqedîne çû serdana Rusyayê. 
Li Rusyayê her du wezîrên karêderve yên Rusya û Brîtanyayê, piştî hevdîtinê bi hev re derketine pêşberî çapemeniyê. Wezîrê Karêderve yê Rusyayê Sergey Lavrov eşkere kir ku Rusya piştgiriya rejîa Esad nake. Lavrov xwes ku civaka navneteweyî destekê bide plana Annan. Lavrov got, ”em rejîma Suriyê destek nakin, plana Kofî Annan destek dikin. Em ji bo serkeftina plana Annan bxebitin, ji bo guherandina rejîma Suriyê ne.”