Serrûpel Nûçe Wanted Esad: 450.000 $

Wanted Esad: 450.000 $

Belav bike
Li Suriyê, di rojên dawiyê de, komkujiya ku li hemberî jin û zarokan a li bajaroka Hulayê pêk hat, her ku çû li dijî rejîma Esad a hovane nefret zêde kir. Ulemayekî Ereb yê Erebistana Siûdî yê herî tê naskirin Elî El Rebîî, xelat ji bo serjêkirina Esad xiste holê. Seyda Elî El Rebîî, berpirsyarê komkujiya Hulayê, ku 108 jin û zarokan jiyana xwe ji dest dabûn, rejîma Baasê û Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad hesiband û 450 hezar dolar da berdêla serê Esad. 
Seydayê Ereb Rebîî, di hesabê xwe yê twitterê de wiha nivisand, “ku kî Beşşar Esad bikûje, em 450 hezar dolar ji wî re wad dikin.”