Serrûpel Nûçe Annan ji rêjîma Sûriyê û muxalifan xwest gavên cidî biavêjin

Annan ji rêjîma Sûriyê û muxalifan xwest gavên cidî biavêjin

Belav bike

 Kofi Annan li Şamê daxuyaniyek der barê çareserkirina qeyrana li Sûriyê de da û daxwaz ji rejîma Sûriyê û muxalifa çekdar kir ku gavên cidî biavêjin. Annan di axivitina xwe de bal kişand ser komkujiya li Hule ya bajarê Himûsê ku tê de ji wan 50 zarok zêdeyî sed kesî jatibû kuştin, ew tirsandiye. Û got “Ev peyama min ne tenê ji bo dewleta Sûriyê ye, heman demê de ji bo hemû kesên çekdar in jî. Divê hemû alî ji bo pêkhatina şatiyê hewldanên cidî bikin.” Hêjayî gotinê ye, tê gotin ku komkujiya Hule ji aliyê rejîma Sûriyê ve pêk hatiye.

 

Avestakurd