li gel serokê Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê “Ebdilselam Ehmed” komîteyên hevbeş ji bo kar û têkliya di navbera herdu encûmenan de li herêmên Til Ebyed û Kobanî û Munbic û Reqa û Efrîn û Helebê ava kirin.
Piştî avakirina komîteyên hevbeş li wan herêman, herdu serok li gel wan komîteyên hevbeş civiyan û li ser giringiya yekbûna helwesta kurdî di Sûriyê de û herweha li ser pêwistiya aramî û aştiyê li herêmên kurdî û di navbera hêzên siyasî yên kurdî de axifîn.
Wê komîteyên hevbeş di navbera herdu encûmenan de ji bo parastina kolana kurdî ji nakokiyên navxweyî wê kar bikin û rewşa miletê kurd li herêmên kurdî bişopînin.
I.K