Hat zanîn, gerîlayên HPG’ê 10 kesên di çêkirina rêyan de dixebitîn li zozanê (Korhan) ya çiyayê Agirî revandin. Li gor daxuyaniya berpirsên Tirkiyê, duhî (28/5/2012) êvarê li demjmêr 19.00, komeke gerîla rêya van xebatkaran birî ye û di nava wan de; endeziyar Mihmet Tan, parêzer Gultekîn, xwediyê karê çêkirina rê Fikrî Guner û kesek din bi navê Zafer Alagoz ligel 6 kesên din ligel xwe birine. Ji aliyekî din ve di nava wan de piştî destdayîna ser pasaportên 2 kesên biyanî ew serbest berdane û 3’ê tirimbêl şewitandine.
Avestakurd