Serrûpel Nûçe Messi kuştin..!

Messi kuştin..!

Belav bike

 Kanala navdar li demjmêrên derengî şeva şemiyê li ser rûpela xwe ya fermî a Twitterê der barê Messi de nûçeyeke weha belavkir “Em gelekî xemgînin ku neçar man vê nûçeyê belav bikin. Li dema Messi di nava perwerdeya gogê de bû, dilê wî sekinî û mir.” Lê belê piştî belavkirina vê nûçeyê bi çend çirkeyan nûçe ji Twitterê hate rakirin. Rêveberên kanala navdar dane diyarkirin ku ne wan ev nûçe belav kiriye, ew bûne qurbanê kesên Twittera wan bi dest xistine. Lê, nûçe belav bûbû. Hêjayî gotinê ye, di nava wan çend çirkan de 250 hezar kesî ew nûçe xwendiye.

 

Avestakurd