Serrûpel Nûçe “Nêçîrvan Barzanî sîmaya pêşeroja Kurdistanê ye“

“Nêçîrvan Barzanî sîmaya pêşeroja Kurdistanê ye“

Belav bike

 

Di Rojnameya Şerqul Ewset ya Londrayê di hejmara xwe ya duhê (2012/5/26) de di beşa “Hesad El-Elsbûh” de nivîskar Maad Feyyaz dinivîse ku: “Nêçîrvan Barzanî sîmaya pêşeroja Kurdistanê ye. Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê, di destpêkê de wekî têkoşerekî di nav hêzên pêşmerge de kar kiriye, pişt re di temenê xwe yê 16 salî de ew ketiye nav siyasetê û niha rûbirûyê hevrikiyên çaksaziyê bûye.”

Nivîskarê rojname Feyyaz ji devê welatiyekî Kurd ê şofêrê texsiyekê li ser rewşa Kurdistanê ya piştî destbikarkirina Nêçîrvan Barzanî a postê serokatiya hikûmetê neqildike: “Ez bi siyasetê mijûl nabim, lê ez dizanim Kek Nêçîrvan ê bigihîje reweşeka baş ya aborîyê, ew şexsiyetekî xurt e, partiya wî û malbata Barzanî piştgiriya wî dikin, xelk bi xwe jî hez jê dikin û peywendiyên wî yên bi hêz bi Amerîkayê û Tirkiyê re hene”.

Nivîskar diyar dike ku: ew kesê di şerê rizgarîxwaziya kurdan de wekî şerkerekî di nav hêzên pêşmerge de hat naskirin, niha bûye hêviya hemû ciwanên Herêma Kurdistanê ji bo pêşketina aboriyê û peydakirina derfetên kar, piştî şer rupelên nipînuh vebûn. Ji bo paşerojê gelek kilîlên nuh peyda bûn, li Herêmê.

Nivîskar wiha dewam dike: li hemû bajarên Herêmê û bi taybetî li Hewlêrê piraniya proje û destkevtî bi navê vî serokê hukumetê ne, diyartirîn projeya wî avayî û niştecihbûn û balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ne.

Hebûna Nêçîrvan Barzanî di nav rêza berpirsiyarên Hukumeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de bi tesadufî nebûye. Ji wextê ku hatiye dinê kevçikek zêrîn ne di devê wî de bûye û di jiyaneke tijî ebûr de mezin nebûye, bi eks ew jî mil bi milê malbata Barzanî bi hezaran kesên xwe ên nêzîk û pismamên xwe xistine nav qurbaniyên karwanê şoreşa kurd, bi tybetî di dema rejima borî de.

Nêçîrvan Baraznî ji Şerqu’l-Ewsedê re dibêje: min karê siyasî di nav rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li derveyê Iraqê dest pê kir, wî wextî temenê min ji 16 salan kêmtir bû. Min di sala 1991-ê de piştî serhildana bihara 1991an dest bi xebata siyasî ya li Herêma Kurdistanê kir, .

Ew îftîxarê bi wê dike ku kur û neviyê serokên mezin ên şoreşa Kurdistanê ye û dibêje “ez bi wê serbilind im ku di şoreşa gelê xwe de beşdar bûme”, ew kurê diyartirîn serokê kurd Idrîs Barzani ye ku di sala 1987an de koça dawiyê kir, wî wextî endamê Mekteba Siyasî yê Partiyê bû û rola wî di şoreşa rizagarîxwazî ya Kurdistanê de mezin bû. Her wiha ew neviyê serokê dîrokî yê şoreşa kurd Mela Mistefa Barzanî yê damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, ku yekem partiya siyasî ya ji bo parêzgeriya mafê kurdan li dijî hukumetên Iraqê serî hildaye. Her wiha biraziyê Mesud Barzanî yê yekem Serokê Herêma Kurdistanê ye ku karîbûye bi rêya pêkanîna Herêma Kurdistanê nivserbixweyî ji bo gelê xwe temîn bike.

Nêçîrvan Barzanî di sala 1966an de li gundê Barzan yê nêzîkî Hewlêrê di qonaxeke gelek giran ya şoreşa kurd de hatiye dinê. Wî wextî pêşmergeyan bi çekên gelek sade li dijî artêşa Iraqê ya pirrçek û xwedî balafirên şer bergirî (parastin) li kurdan û pêgehên xwe dikirin. Piştî du sal ji dayîkbûnê Partiya Beesê ku ew bi dirindanetiya li hemberê kurdan tê naskirin, desthilata welat girt destê xwe.

Nêçîrvan Barzanî hê xort bû, dema ku peywendî bi rêzên şoreşa kurd li çiyayên Kurdistanê mil bi milê bav û mamê xwe re danî, ew di nav rêzên rizgarîxwazî yên kurd de gelek çalak bû û ji ber kêrhatî û lêhatiya xwe gelek zû derbazê nav seviyên bilind ên Partiyê bû. Ew naçar bû bi malbata xwe re mil bi milê bi hezaran kurdan di sala 1975an de berê xwe bide Îranê. Di 21 saliya wî de bavê wî koça dawiyê kir.

Wî hê di temenê xwe yê xortiniyê de bal kêşand ser xwe tê gihîşt ku baştirîn alîkariya ji bo gelê wî piştivaniya şoreşê, siyaset û aborîyê ya pêşwaziya akadimîk e. Ji ber vê li Zanîngeha Tehranê dest bi xwendina zanista siyasîkir. Wî tecrubeya mêrxasiya xwe û mîrata şarezayî ya bav û mamê xwe bi wê perwerdeya akademîk a di esnayê xwendina zanîngehê û xwendina dîroka serdem a rewşa Iraqê kemiland.

Ew her dem dubare dike û dibêje: “Ez kurdekî iraqî me û rah û bingehê min diçe digihîje pênc hezar sal beriya niha li ser vî erdî”. Cardin dibêje “bi dilxweşî em iraqî ne, ev welatê me,axa me ye û bi hezaran sal in em li serê dijîn”.

Barzanî di sala 1989an de di Kongreya 10an a Partiyê de ji bo endamtiya Mekteba Siyasî ya partiyê berendam bû, karî dengên pêwist bi dest bixe û bibe endamê Mekteba Siyasî. Pişt re di Kongreya 1993an û 1999an de mutmaneyî (erê) wergirt.

Nivîskarê rojnameyê behsa qonaxa ketina nav hukumetê ya di sala 1996an de wekî cihgirê Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê, behsa kabîneya yekê ya yekgirtî ya sala 1996an dike. Di vî warî de Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ev girantirîn qonax bû, ji ber ku di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtîya Nişimanî ya Kurdistanê de bêbaweriyeke gelek zêde hebû, min jî bi serbilindî rola avakirina wê pêbawerkirinê da ser milên xwe, ez bi zelalî dibêjim eger bi piştivaniya Mam Celal (Celal Talebanî yê Serokkomarê Iraqê) nebûya, ez serkevtî nedibûm, ez ji dîrokê re dibêjim, me di wê kabîneyê de wekî yek desteyê kar dikir û di civînên Encumena Wezîran de min hîs nedikir kîjan wezîr yê Partiyê ye, kîjan yê Yekîtiyê, kîjan yê Yekgirtûya Îslamî yan Komunîst û Komeleya Îslamî ye”, heta min hîs dikir me hemûyan wekî yek desteyê di rêya berjewendiyên Herêma Kurdistanê de kar dikir.

Rojnameyê nivîsandiye ku, Herêma Kurdistanê wî wextî hebûna xwe wekî qewareke siyasî ya karîger pêk anîbû, ne tenê li ser astê Iraqê, heta li ser astê derûdora Iraqê û navneteweyî jî. Vê wisa kir ku berpirsariya Serokatiya Hukumeta Herêma Kurdistanê tenê ji bo muamelekirina bi partiyên din û Hukumeta Bexdadê pêk neyê, pêwist bû pêwendî heta bi Tehranê, Enqereyê, welatên Kendavê û Sûriyê re bikin, ta bigihîje Ewropayê û Amerîkayê jî.

Ji ber vê jî Nêçîrvan Barzanî hest dike ku pêşîniya karê wî dê biserxistina bernameya aborî ya li ser esasê berhemanînê be, ji ber ku rizgarbûna kurdan tenê bi şer nabe, heta aboriyeke bihêz ya ku pişta xwe bi samanên siruştî girê bide, beriya tevan jî bi petrolê, bernameyek ku armanca geşekirina bajarên Herêma Kurdistanê û xweşguzarîya gelê kurd be, ku di mudetê çend sedsalan de rûbirûyê meynetî, sitem û piştguhxistinê bûye.

Ji ber vê ev karê han li ser çend qonaxan hatiye danîn û hatiye destpêkirin, ji wan çespandina rêjeya sedî 17 ji budçeya Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê û pesendkirina qanûna berhemanînê ku handana veberanîna biyanî, hindurî û ereb hemû dinyayê bide ku li Herêma Kurdistanê veberanînê bike. Vê jî bi lez destpê kir. Avayiyên bilind ên bajarên Herêma Kurdistanê şahidiya vê gava han a bi lez dikin. Bi taybetî li Hewlêra paytext, wekî çawa dar di erdekî bibereket de bê danîn, geş dibe.

Ew wesfên Omerê şofêrê texsiyê yên di derbarê Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê de kirin ku “ew xortekî bi hêz e, jîr e û peyewendiyên wî bi rojava û Tirkiyê re hene” û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Partiya wî ve piştivanî lê tê kirin sala borî bi bilidntirîn dengan ji bo postê cihgirê serokatiya partiyê hat hilbijartin nêziktirîn wesf in di derbarê wî de.

Rojnamevan pirs dike, gelo pasewan jê razî ne? Nêçîrvan Barzanî di wî warî de dibêje “yên ku bi navê pasewanên gundan tên binavkirin, berê ew jî wek me xort bûn û di rojên borî yên giran de wan jî wek me ji bo xizmeta gelê xwe têkoşa, qurbanî da, li çiyan şer kir westiya, em nivşên nû wekî mamosteyên mezin li wan dinêrin, em îstîfadeke mezin ji tecrube, şarezatî û jîrmendiya wan digirin”.

Ya girig ew e ku divê behsa wê bê kirin, dosya petrola Herêma Kurdistanê girêdayî Nêçîrvan Barzanî ye ku li ser rakêşana şirketên mezin yên binavûdeng yên cîhanê ji bo lêgeriyan û derxistina petrolê rakêşane nav Herêma Kurdistanê, beriya tevan jî şirketa Exxon Mobil ya amerîkî.

Wî giringî daye peywendiyên dîplomatîk yên navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê yên bi rêya vekirina kornsolosxane, nivîsgehên bazirganî û nûnertî li Hewlêrê, di vî warî de Barzanî dibêje “Tiştek asayî ye ew welatên ku sefaretxaneya wan li Bexdadê heye, konsolos û nûnertiyên xwe li bajarên Iraqê yên din vekin, Herêma Kurdistanê jî yek ji navçeyên Iraqê ye. Bi dilniyayî seqamgêrî tenê li vir îmkana aborîyê durust kiriye, bi ser de rola Herêma Kurdistanê di prosesa siyasî ya Iraqê de bi gelemperî heye, ev sebebên serekî ne ku welatên ereb û rojavayî han didin bên Hewlêrê. Em welatên din jî han didin ku bên li Herêma Kurdistanê konsolos û nûnertiyên xwe vekin”.

Nêçîrvan Barzanî xwediyê roleke balkêş bûye di guftûgoyên bi hukumeta merkezî yên ji bo çareserkirina astengên hilavistî (daleqandî), îro jî xwedî rol e ji bo çareserkirina wan astengên siyasî ku niha Iraq tÊ de ye. Gavên ji bo bangkirina serdana Muqteda Sedr a bo Herêma Kurdistanê ku yekemîn serdana Rewta Sedir a Herêma Kurdistanê bû, giringiyeke siyasî û temamkerê civînên Hewlêrê bû.

Nêçîrvan Barzanî got “me bi eşkereyî biryar daye ku em di çarçoveya Iraqê de bimînin, serbixwetî ne tiştek e ku em jê bitirsin, me biryar daye em pabend bin bi destûrê û em li ser kar dikin. Ger Iraq pabendê destûrê be kurd ê pê re bimînin, ew destûr jî cihêkirê di navbera me de ye, kurd wekî neteweyekî mafê wê ye daxwaza çarenivîsa xwe bike, em ne ereb, ne tirk û ne jî faris in, em kurdê Iraqê ne û li gor destûrê me biryar daye ku em li vî welatî bijîn”.

Rojname dinivîse ku, ji bilî berpirsiyartiya Nêçîrvan Barzanî wekî Serokatiya partiyê û Serokwezîrê Kurdistanê, ew bi keça mamê xwe re zewiciye û du kur û sê keçên wî hene. Di warê derbaskirina wextê xwe de dibêje ku piştî temambûna karên hukumetê û civînên partiyê, wextê min ê din bi aîleya min û sporê derbas dibe, bi taybetî eger wext hebe siwarçakî û geştê dikim, ez glek jî dixwînim. Malpress