Serrûpel Nûçe Reçeteya CHPê a kêşeya Kurd

Reçeteya CHPê a kêşeya Kurd

Belav bike

Partiya Gel a Komarê CHPê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd raporek amade kiriye. Rapor ji 6 xalan pêk tê û wê 1ê Hezîranê pêşkêşî serokê meclîsa Tirkiyê Cemîl Çiçek bikin. Rapor wiha ye:
1- Li meclîsê komisyon: Tê xwestin ku wek komisyona lihevhatinê, ji bo çareseriya pirskirika Kurd “Komisyona Mutabakatê a Civakî” bê sazkirin.
2- Koma mirovên aqîl: Ji bo alîkariyê bêde komisyona mutabakatê, divê “Koma Mirovên Aqîl” were avakirin. Kom, wê ji her partiyê 3 kesan pêk were û di navbera komisyona mutabakatê û saziyên sivîl de  rola piriyê bileyîze.
3- Şeş meh: Xebat wê di 6  mehan de bê temamkirin. Mijarên ku li ser lihevkirin çêbûye wê ji raya giştî re deklere bikin. 
4- Pêşkêşkirina hikumetê: Mijarên ku li ser lihevkirin çêbûye û pêşniyarên din û mewzuata wê pêşkêşî hikumetê bike.  
5- Sepandin: Mijarên lihevkirî wê bêne sepandin. 
6- Desteka raya giştî: Ji bo xebat û mijarên lihevkirî, ji raya giştî re bêne parvekirin û qebûşkirin, li nav û derveyî meclîsê bername wê bêne lidarxistin.