Li gor Kovara Navnetewî ya Jeolojiyê, her du zanyarên Alman Jefferson Williams û Markus Schwab ku di Navenda Vekolîna Zanista Cih ya Alman de karmendin di encama vekolînên xwe de gihiştin roja mirina H.z Îsa. Zaniyar di vekolîna xwe de Încîla ji aliyê Matta (yek ji hewariyên H.z Îsa) ve hatî nivîsandin bingeh girtin. Di beşeke Încîla Matta de derbaz dibe ku dema Hz. Îsa dibin çarmîxê ‘dinya diheje, kevir dişeqitin dibin du perçe, gor vedibin’, zaniyar vê beşê ji xwe re bingeh digirin û erdhejên wê demê vekolîn dikin. Tê tesbîtkirin ku di heman demê de 2 herd hej çêbûne. Yek ji wan berî zayînê li 31’ê çêdibe, ya din jî piştî zayînê di navbera 26’ê û 36’ê de çêdibe. Li gor vê, zaniyar destnîşan dikin ku Hz. Îsa li 3’yê (Roja Înê) Avrêla sala 33’yê de birine çarmîxê. Her di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin li wê rojê li demjmêr 15.00 piştî danê nîvro Hz. Îsa birine çarmîxê û di wê kêliyê de
Avestakurd