Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sibe diçe Amedê. 169 saziyên sivîl daxuyandin ku ji bo wan ti wateya serdana Amedê a serokwezîr tineye. Daxuyanî, li ber Cemîyeta Rojnamevanên Başûr Rojhilat hat kirin. Li ser navê 169 saziyên civaka sivîl, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar axifî û got ”Tirkiyê û raya giştiya herêmê, serdanên we yên berê watedar û girîng didîtin, ancax di ev serdana we de raya giştî, ti wate û giringiyê nabînin.”,
Îro, hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî banga Amediyan kir ku neçin serokwezîr guhdarî nekin.