Roja 29/05/2012 danê êvarê saet derdorê 20.30 an de, li navçeya Qers, Sarikamişê li ser xeta lûleyê a Baku-Tîflîs û Ceyhanê teqînîyek qewimîye. Sedema teqîniyê hîn nehatiye zelal kirin.Şûna ku bûyer lê qewimîye, 25 kîlometreya dûra Sarikamişê ye. Ji ber tqqînîya dijwar, gelê navçeya Sarikamişê xaniyên xwe berdane û li kolanan koma hev bûne.
Tê gotin ku her diçe gûra êgir hîn zêde bilinda hewayê dibe û ev jî gelê Sarikamişê dike nav fikaran. Hin kes jî bi wesaîtên xwe dûra navçeyê dikevin.
Gorî daxuyaniya Qeymeqamê Sarikamişê a ji ajansa anatolyayê re (AA) hîn mudaxeleya şewatê nekirine. Li bajêr û navçeyan agirkûj diçin ciyê bûyerê.