Berdevka Îraqiye Meysûn Demelûcî der barê dengan de daxuyaniyek da û got ku wan heta niha ji 200 dengî zêdetir komkirine ji bo stendina baweriyê ji Malikî. Lê, Serokomarê Îraqê Celal Talebanî ragihandibû ku pêdivî 164 dengan heye ji bo baweriya erka Serokwezîrtiyê ji Nûrî El Malikî bê stendin. Her der barê vê mijarê de Demelûcî aşkere kir ku di nava wan parlementerên ku dixwazin bawerî ji Malikî bê stendin, parlementerên ji lîsteya Nûrî El Malikî jî (Dewleta Yasa) hene, lê Demelûcî nav negotin.
Avestakurd