Di rûniştina doza KCKê a giştî de, 6.Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 4 gumanbarên girtî berdan. Di vê dozê de 152 kes têne darazandin, ji wan 99 gumanbar bi girtî têne darazandin. Dadgehê îro, Nîzamettîn Onar, Roza Erdede, Heval Erdemlî û Rahmî Ozmen berdan. Ji bo gumanbarên din biryara berdewamiya bi girtî darazandina wan da.
Dadgehê, rûniştina pêş me taloxa 29ê Hezîrana 2012 an kir.