Serrûpel Nûçe Osman Baydemir hate cezakirin

Osman Baydemir hate cezakirin

Belav bike

10. Dadgeha Bilind a Hiqûqê, ji Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr re cirmê 30 hezar lîreyî birî. Doz, ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê ve hatibû vekirin û 50 hezar dihat xwestin. 
Osman Baydemîr, li Amedê li dijî girtin û binçavkirina partîgirên wan, daxuyaniyek li pêş avahiya BDPê a Amedê dabû çapemeniyê û wiha gotibû: Kîjan tayê dara berîyê, ji kudera we re çû? Hûn nikarin me baz û kevok li hev biqetînin. Has…tir, has…tir. (tê zanîn di amblema BDPê de dara beriyê heye).