Serdozgeriya Komarê, di derbarê 8 parlementerên BDPê de, bi hinceta “endamtiya KCKê”, ji bo ku destnedayîniya parlementeriya wan bê rakirin û werine darazandin, fezleke amade kir.
Li gel hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, di derbarê Parlementer Emîne Ayna, Nursel Aydogan, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, hevserokên KCDê Aysel Tugluk û Ahmet Turk de fezleke hate amadekirin.
Ji bo her parlementerekî 30 rûpel hatiye hazirkirin. Bona ku parlementeran karibin darazînin, lazime meclîs destnedayîniya parlementeriyê rake. Serdozgeriya Komarê, fezlekeyê wê pêşkêşî serokatiya meclîsê bike.