Li hemberî komên rastgir yên radîkal, li bajarê Almanya Hamburgê meşeke girseyî hat lidarxistin. Zêdetirî deh hezar kesên ku ji saziyên sivîl, sendîka, partî û nûnerên dêrê pêk dihatin, li navenda bajêr meşiyan û meş bêbûyer bi dawî bû.
Şaredarê Bajarê Mezin Olaf Scholz jî beşdarî meşê bû û anî ziman ku, ew li vî bajarî, rê nadine nijadperestiyê û got, ”îro em bi hev re li vir in. Piştgiriyê didine hev. Bajarê me bajarekî ji cîhanê re vekirîye û em bi vê serbilind in.”
Li Hamburgê, komên rastgir yên radîkal xwestibûn bimeşin û komên çepgir jî xwestin meşa Neonaziyan asteng bikin. Li ser vê bûyer derketibûn û di encama bûyeran de gellek çalakvan hatinbûn binçavkirin û 4 polîs jî birîndar bibûn. Duh bi şev jî 11 wesaîtên polîsan hatibûn şewitandin.