Serrûpel Nûçe PYD bi vê kiryarê tê tewanbarkirin!

PYD bi vê kiryarê tê tewanbarkirin!

Belav bike

 Li gor ku Mîdyanews di nûçeya xwe de belavkirî, Endema Hevrêza Birayetî Kadar dibêje “Divê partiyên Kurd ên din bêdeng nemînin, derkevin û vê bûyerê şermezar bikin.” Kadar di berdewamiya axaftina xwe de dibêje “Alîgirên PYD’ê tiştê ji bo xwe helal dibînin, lê ji xeynî xwe re heram dibînin.” Li gor çavkaniyeke din, ev keçika li Helebê li taxa Şêx Meqsûd bi stûnekê ve hatî girêdan, Komîteyên Parastina Gel yên bi ser PYD’ê ve ew girêdane û îşkence kirine. Li gor hatî zanîn, ‘PYD’ê piştî keç girêdaye gotiye yê tifî li vê keçê neke bê namûs e.’ Her weha di bin navê vê keçê de tawana firotina hebên hişbir difroşe ew girêdane. Lê heta niha der barê vê bûyerê de PYD’ê bê denge û tu daxuyanî nedaye.

Gelo PYD’ê ji bo vê bûyerê dibêje çi?

 

Avestakurd