Doza Anders Behring Breivicê ku sala çûnê di meha Tirmehê de li Norweçê, di du êrîşan de 77 kes kuştibû, dewam dike. Di rûniştina îro de tiştên balkêş qewimîn.
Li ser ragihandina ajansa AP, Breivic di rûniştina îro de qala zarokatiya xwe kiriye û anîye ziman ku, berpirsyarê radîkalbûna fikr û ramanên wî misilmanin. Misilmanan, di zarokatiya wî de ew biçûk xistine. Breivic mînakên wiha dide, ku ez î 7 salî bûm, bavê hevalekî min bisikleta min şikand. Di 15 saliya min de jî, ajovanekî metroyê yê Pakistanî sîle li min xistin.
Berê hat îdia kirin ku, Breivic ne mirovekî bi aqile û cezâî ehliyeta wî tineye. Di meha nîsanê de ji aliyê pisporan ve Breivic hate kontrol kirin û derket holê ku tenduristiya aqilê wî heye. Breivic uştina 77 kesa îtiraf kiribû.