Wezîra Karê Derve ya Emerîka Hillary Clinton piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Îsweçîra Fredrik Reinfeldit axivtineke hevbeş dane çapemeniyê. Clinton di axivitina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriyê û behsa der barê axivitina xwe ya telefonî ligel Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Sergey Lavrov kir û got “Peyama min ji birêz Wezîr re gelekî vekirî bû; ji bo guhartineke siyasî li Sûriyê, divê em hemû hewldanên xwe zêde bikin û ji bo pêkanîna vê yekê divê Rûsiya jî li ser mêzê be. Gelê Sûriyê guhartinê dixwaze û ev yek maf kiriye. Heta ku derfet heye divê guhartin bê rêyên aştyane bên kirin û divê guhartineke ku nûnertiya gelê Sûriyê be, bibe.”
Avestakurd