Serrûpel Nûçe Divê di vê qonaxê de yekhelwestî bê parastin

Divê di vê qonaxê de yekhelwestî bê parastin

Belav bike

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta pîrozbahîkirina Emîndarê nû yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê serdana Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Ferec kir. Di hevdîtinê piştî pîrozbahîkirinê, Serokê Herêmê helwesta Yekgirtî cihê rêz û teqdîrê binavkir û got “Ez bi hukma berpirsiyartiya hizbayetiyê nakim, dixwazim ev gel bextewer bê, êdî nedazyarekî yekgirtî pirek dirûst bike yan kesekî din, ya girîng xizmetkirina Kurdistanê ye. Nêrîna cûda tiştekî asayiye lê belê hinek tişt tehemula cûdahiyê nake. Bi vê helwesta xwe ya dawî jî we nîştimanperweriya xwe îsbatkir.” Her weha Serokê Herêmê di axivitina xwe de behsa yekgirtina mala Kurdan û girîngiya yekhelwestiya neteweyî di vê qonaxê de kir û got “Divê di vê qonaxê de, bi taybetî di pirsa neteweyî de mala Kurdan helwesta xwe ya yekgirtî biparêze.” Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê  keyfxweşiya bi serdana Serokê Herêmê anî û tekez li ser wê yekê kir ku ‘Me weke erkekî pêwîst zanî ku em ligel neteweya xwe bin.’

 

Avestakurd