Her çiqas bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê her roj xûrt dibe jî, her çiqas 3 hezar şîrketên dewleta Tirkiyê li Kurdistanê dixebitin jî, her çiqas şîrketên mezin yên wek KOÇ, Bilkent û Işik li Kurdistanê otel û zanîngeha vekin jî, her çiqas rayedarên Kurdistanê bi fermî werin herin jî, rayedar û çapemeniya Tirkiyê navê Kurdistanê nadine ser devê xwe. Ji bo wan “ew der” an Bakurê Iraqêye an Rêvebiriya Kurd e. Rojnamevan û nivîskar Orhan Mîroglu beşdarî bernameya televizyona HaberTurkê bû û bi Balçiçek Îlterê re, nêrînên xwe yên ger û geşta Kurdistanê parve kir. Mîroglu xwes ku êdî navê Kurdistanê li Tirkiyê bi rast bê telafûz kirin û got, êdî bibêjin Kuridstana Başûr.