Li dema di şerê Vietnamê de bombeya napalm tê bi karînan, ziyanek mezin dide gelê Vietnamê. Li wê demê wêneger Nick Ut dema wêneyên dîmenên erjeng dikişîne, rastî zarokeke tazî tê ku navê xwe Kim Phuc e. Keçik ji bandora bombeya Emerîka avêtî gundên Vietnamê dike qîr ‘gelekî germ e.’ Li wê kêliyê de Ut wêneyê wê digire, avê bi keçikê de dike û radike nexweşxaneyê. Un ji bo wê demê dibêjê ‘wê rojê min qet nexwest keçika biçûk bimire.’ Keçik 14 mehan di nexweşxaneyê de dimîne, piştî 17 ameliyatan keçik vedigere jiyanê. Lê, Phuc ji bo wê demê dibêjê ‘ji ber bombeyê cilên min şewitîn, û ez di nava êşê de bûm.’ Piştî 40 sala di bîranîna ji bo salên şer de li Kaliforniya Nick Ut û keçika ku niha temenê wê 49 sale hatin cem hev.
Avestakurd