Di hevdîtinê de li ser gelek pirsên di rojevê de hate rawestandin.
Yek ji pirsên ku mijara hevdîtinê bû, pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê û PKK bû.
Barzanî careke din dubare kir ku ezmûn bi serhatinan diyar kirine ku tu caran pirs bi çekan û şer çareser nabin û divê pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê bi riyên aştiyane û siyasî were çareserkirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel wî îro beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî dibin.
AVESTAKURD